Break newsNûçeslide

Li gor rêkeftina Rêjîm û Rikberiyê bi sedan sivîl ji Mi’edemiya Şamê derketin

Yekîtî Media 2/9/2016

Îro înê zêdetirî 300 kesî ji xelkên bajarokê Dareya yên ku çûbûn Miedemiyê ji wê taxê derkatin û hatin veguhestin ji bo navendên penaberan li gundewarê Şamê.

Dezgehên ragihandina fermî yên Rêjîma Sûrî ragihandin ku derketina bi dehan malbatan ji Miedemiyê tê wek cîbecîkirina rêkeftina Dareya ya ku Rêjîma Sûrî li gel girûpên Rikberiya Sûrî imze kiribû, li gor wê rêkeftinê Şema buhirî Dareya bigiştî ji sivîl û çekdarên Rikberiyê hat valakirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button