Break newsRaportslide

PYD bacan li ser bazirganên Qamişlo disepênê

Yekîtî Media 11/8/2016

Odeya pîşesazî û bazirganiyê û meclisa ayaletê yên girêdayî rêveberiya xweser ku ji rex partiya yekîtiya dîmokratîk PYD ve hatiye ragihandin, bac li ser kompaniyên bazirganiyê û pevguhertina peran û zêrkiran li bazara Qamişlo sepandin, ew bac ji 100000 lîre sûrî destpêdike û ta melyon û nîvek lîre sûrî.

Xwedanê kompaniyek pevguhertina peran ji Yekîtî Media re ragihand, ku endamên PYD ew bac li ser wan ferzkirin bi behaneya şandina wan alîkariyan bo miletê kurd li Kurdistan Tirkiyê (Bakûrê Kurdistanê), herweha tekezkir ku ta niha 35 melyon lîre Sûrî ji bazirganên Qamişlo dane hev.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button