Break newsNûçeslide

Perlemana Kurdistanê : Herêma Kurdistanê amade ye di çarçoveya destûra Iraqê diyalogê li gel hikûmeta Iraqê bike

Yekîtî Media 8/11/2017

Desteya serokatiya Perleman û serokên firakisyonên Perlemana Kurdistanê, piştî bidawîbûna civîna wna ya hevbeş, daxuyaniyek belav kirin.

Di daxuyaniyê de hatiye ku, dive hemû alî û hêzên Kurdistanî yekrêz û yekdeng bin, daku vê qonaxê derbas bikin û divê hikûmet û Perlemana Kurdistanê jî hevkariyeke temam bihevre bikin û komîtên Perleman ji bo çavdêriya yasayan û zêde xizmetkirina xelkê Kurdistanê bên ektîvkirin.

Daxuyanî tekez dike, ku dezgehên destûrî yên Herêma Kurdistanê amade ne di çarçoveya destûra Iraqê diyalogê li gel hikûmeta Iraqê bikin û ji civaka navdewletî tê xwestin hevkariyeke ciddî ji bo diyalogê li ser bngeha destûra Iraqê bike, ji ber ku berdewamiya rewşê wê ziyanê li tevahiya navçeyê bike, herweha daxuyaniyê tekez kir, ku Herêma Kurdistanê ti binpêkirineke destûrî nekiriye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button