Break newsNûçeslide

ENKSê: Êrîşa Asayişa PYD li ser kongirê ENKSê di dema êrîşa Heşda Şeidî li ser Kurdistanê de tê

Yekîtî Media 7/11/2017   

Piştî ku asayişên PYD li bajarê Qamişlo, rê li pêşiya lidarxistina kongirê çarem yê Encûmena Niştmanî Kurdî li Sûriyê ENKS girt, emîndarya giştî ya ENKS kongirekî rojnemevanî li Qamişlo lidar xist.

Di wî kongirê rojnamevanî de, Fesla Yûsiv cîgira serokê ENKSê ragihand ku: “Kiryarên îro hatin kirin cihê mixabiniyê ne û nakevin xizmeta berjewendiyên Kurdî de  û êrîşa PYD li ser kongirê ENKSê de tê di heman demê de ku Heşda Şabî êrîşî herêma Kurdistanê dike.”

Herweha endamên emîndariya giştî ya ENKS danxuyakirin, ku ew ji pirojeyê xwe yê netewî venagerin û ewê xebata xwe berdewam bikin.

Tê zanîn ku endamên kongirê çarem yê ENKSê piştî êrîşa asayişa PYD mangirtinek li pêşiya avahiya netewên yekgirtî li Qamişlo lidarxistin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button