Break newsNûçeslide

Daxuyaniya civîna Nûneratiya Ewropa ya ENKSê

Yekîtî Media 8/11/2017

Nûnertiya Ewropa ya ENKS’ê civîna xwe ya xulane li 05.11.2017 an bi rêzgirtin li ser ruha şehîdên şoreşa Sûriyê û şehîdên kurd û kurdistanê û nemaze li ser giyanê pêşmergeyên qehreman yên xwîna xwe li pêxema kurdistanê dayîn lidar xist, û paşî çendîn babet û mijarên siyasî û rêxistinî û mediyayî û mîkanîzmên karakirin û pêşxistina rola Encûmena Niştimanî ya kurdî li Ewropa li pêxema qazinc û rajederiya berjewendiya doza rewa ya gelê kurd li Ewropa hatin gengeşekirin, û herwiha di civînê de destxweşî li rola encûmenên xwecihî hat kirin nemaze ji ber têkiliyên wan yên bihêz ligel revenda kurdî ji bo lidarxistina xwepêşandanên piştgiriyê ligel milet û serkirdayetiya herêma kurdistanê li pêşiya balyozxane û kunsolxane û navendên biryardanê li Ewropa, herwiha êrîş û dorpêçkirina hovane ya ji aliyên dewletên dagîrker li ser kurdistanê ya bi palpiştiya artêşa îraqê û milîsên şî’î, nemaze êrîşa hişda şe’bî ya terorîst bi piştevaniya supa pasdarên Îranê ya terorîst û bi serpirştiya rasterast ji aliyê mezine terorîstê îranê Qasim Sulêmanî û xiyantkariya balekî Yekîtiya Niştimanî hat şermezar kirin, tevî şermezarkirina bikaranîna çek û tankên Amerîka yên wêranker li dijî gelê me hevdem ligel bêdengiya dewletên Hevpeymaniya Navdewletî û nemaze bêdengiya Amerîka li hember têkbirina destkeftên herêma kurdistanê yên hatine dest bi saya serkirdayetiya aqilmendane ya serok Masûd Barzanî hilgirê pirojeyê netewî, bi hêncet û bihaneya giştpirsiya li ser mafê çarenivîsa gelê me ya hatî encamdan bi şêwazekî demokrasî û şaristanî nekêmtir ji seqayê helbijartinan yên dibin li demokratîtirîn welatên cîhanê, ku ev yek bu cihê kîna şofînizm û nehezên demokrasiyê û neyarên mafên rewa yên gelê kurd.

Herwiha di civînê de kiryarên PYD’ê yên berdewam ji revandin û girtina serkirde û endam û alîgirên ENKS’ê û pêrewkirina siyaseta takepartiyê ya bi zibruzengê û sepandina leşkeriya neçarî û şerên dikevin bitenê di xizmeta ajende û berjewendiyên dewletên din de û siyasetên valekirina kurdistana Sûriyê ji gelê kurd hatin şermezar kirin.

Li dawiyê dakokî ji aliyê amadebûyan ve hat kirin li ser bilindkirina astê xebatê û berdewamîkirina mangirtin û xwepêşandanan li pêşiya navendên biryarê li Ewropa ji bo gihandina dengê gelê kurd bo raya giştî ya Ewropî û perotestokirina kiryarên regezperêst yên rijêmên dagîrker.

Herwiha bernameyek pêşwext ya çalakiyan ji aliyê nûnertiyê ve bo encûmenên xwecihî hat danîn.

05.11.2017

Nûnertiya Ewropa ya ENKS’ê

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button