nêrînin mêjoyî

Welîd Hacî Ebdilqadir

beŝî pêncan / 5

birastî berî ko em derbasî cureyên di vî beŝî de biçin , hêjaye ko em bi kurtî hinekî liser rewŝa civata miova rawestin , nemaze guhertin ûgavên hatîn avêtin , piŝtî ko wî mirvî xwe ji seroŝtê veqetandî û pêre hem cuda jî bî , ji ber welê jî , ko em liser cureyan rawestin emê bi bînin , koser nav û nîŝanên herî mezin di vê ser pêhatiyê de , yên ko ew bi vekirî xwe didê nasîn bi rengê guhertinên her mezin , wekî merca qeralî ya yekemin ko weke nav nîŝana guhertina civata mirvî û gav avêtina ji xeleka jiyana kuç – kevir û hestiya û gava bi kar anîna agir û hesin û pûlat û zêr û zîva , ev gava ko ta vî demî jî , dîrok û civat nas dibînin , ko em jî parçek jê ne , û birastî jî bo sedemeke serkî jî di guhertineke zor di jiyana mirvîde , çi di jiyana wî de û çi jî di gedî kirina cenawirade , ji lewma me dîte ko merca qeralî ya yekemin du piyanê yaqot û zêr û zîv bon , û ko em vegerin mercê didwa ,wekî ko me di beŝê çaran de gotî herdo hesp û mercê nih .. metlok pê de tiçê û dibêjê :

qeral û ŝêwirdarê xwe zîvirîn dîwanê , û qeralî ji civatê tevî pirsî , lê mixabin tev bê bersiv bîn .. qeral bi dilekî xemgîn û ŝkestî berê xweda qesra xwe û wekî her car xatna keça wî bi bazdan ber va berve , lê ew li kîderê ye û mejiyê bavê wê li kîderê ye , xaton jî bi xemgîn da dû bavê xwe û ma pêve ta bavê wê çîroka xwe û ŝanda qeralê hevpeymanî jêre gote .. xaton jî bi dileke ŝkestî derkete û berê xwe da belkonê .. keçelê me jî di çala zindanê de tê û diçê , disê caran silav li xatonê kire , lê ti deng jê nehate , bi dengeke xurt qîr kire wê .. xaton li keçelî rênî û gote : keçelê çepel ! dev ji min berde ? hîletê min ji canê mire nîne .. xatona min ? bêje min çima ti xemgînî ? .. çepelo ?! ti xwe bê deng bikî ? yan ez çend leŝkera berdim te ? .. ne ne .. weke dilê te dixwazê .. piŝta xwe da xatonê de herê û pêre pêre gote : mi ji xwere gote ! dibê cardî wî qeralî mercin dabin bavê te .. di cî xatonê jêre gote : belê keçel , bawer ke raste , çawa nehate bîramin ? .. keçelî li xatonê rênî û gote : çi merce vê carê .. xatonê çîroka ŝandê û herdo hespa gote .. keçel bi kenekî bilind ji xatonê re gote : eve mercê ko win tev kirine di tayê de ? .. erê eve keçelê çepel .. keçelî gote : bersiv gelekî hêsaniye xaton ? .. xatonê ji dil û can pirsî : bersiv çiye ? .. ne ne xaton ? .. merceke min jî heye ? .. mercê te çiye keçel ? ka bêje ? .. keçelî ji xatonê re gote : divê ti dawa xwe ta ser navkêre bilind bikî ? .. xatona me har û dîn bê , ú dijînek nema û jêre nekir ! .. keçelî piŝta xwe da xaton û jêre gote : mercê min eve û ti çi pêjî ez jê nayêm xwarê .. xatonê li hawîr dora xwe rê nî û dawa xwe hilda .. keçelî jêre gote : xaton !  baś guhê xwe bide min .. bêje bavê xwe , bila herdo hespa bêxê di kadînekî de , û bela du kesên cihê bîr û baweriyê nobedariyê li wan bikin , ta sê roj û sê ŝeva , û ji êmî pêve nedê wa , hebê nebê ko ew qurteke av bidê wan .. piŝtî sê roja , bila di siwerê çeleng bînê , her yek ji wa bibê siwarê  hespekî , û berê xwe bidin wî çemê bakurî bajêr , û berî hezar gavekî her yekî hespê xwe bi bazdanekî xurt bajo û bidne nav avê , hespê rehwan wê bi xurtî rêka xwe raste rast herê û hespê bergîl wê serê xwe bi tewînê û rawestê ta avê venexwê gavê xwe navêjê , hingê winê hefsarê wî bigrin û bêxin destê serokî śandê de

berdewam di beŝî ŝeŝa de

You might also like