GotarslideUncategorized

Pirsên Rewa

Adilê Evdile

Weku hemî ceng û şoreşên ku rûdan li tevaya cihanê di hemî dem û zemanan de, ew şer û ceng heger demin dirêj berdewam dikirin, yan demin kurt, lê wextek dihat, ku şervan di raewstan, û bi hevre li çareseriyekê di geran, paşê dema parvekirina berheman di nav beşdarên şer de li hev dihatin, lê gelê kurdên Sûriyê yên ku ji ber lehiya koçberkirinê mayin, di pirsin ji rayedar û siyasetmedarên xwe gelo wê gemiya me wê li kîjan perav û benderî raweste? Ew berpirs û serheng ku bibûn du beş û qaşo serkêşiya gelê kurdên Sûrî dikin. -Beşê yekem yên ku xwe didîtin berpirs û serkêşên netewa kurdên Sûrî ne, û ew berdewamê partî û rêxistinên dîrokî ne, ji layê kurdan û kêşa kurdên Sûrî re, û wan di dîtin ku şoreşekê rûdaye, dijî rijîma partiya Beis, ya desthilatdar, ji Adara sala 1963 yan, û dem hatiye ku rabe, û nemîne, daxwaz û nêrînên wan diyar bûn, di çarçova mafên kurdên Sûrî de, li gorî yasayên nêv dewletî, çûn tevlî rikberiya Sûrî bûn. -Beşê didiwan, partiya yekîtiya Dîmuqrat bû, û layanger û piştuvanên wan bûn, ku daxwaz û nêrînên tîvel bûn, ji yên beşê yekem, daxwaz û baweriyên wan ew bûn ku coxrafiya Sûrî çend netewan li xwe digre, pêdiviye rijêmek Dîmuqrat bibe dest hilatdar, û di welêt de hemî netew xwedî maf bin, weke hev, weha di bin van dirûşim û simbolan de tu nav û paşnavên kurdî û kurdistanî bi xweve ne dikirin, bi alikariya palpiştên xwe xwe kirin çekdar, û desthilat li ser beşekî ji xaka Sûriyê, û di bin nav û daxwaza biratiya gelan û eydiyelociya (E.ocelan) de, ku rêberê p.k.k bû, bîr û baweriyên xwe bi rêve dibin. Îro yan sibe, nêzîk yan dûr, ji bermayên kurdên sûrî, werin li ser bênderê rawestin, gelo wê pirsa para xwe ji kî bikin? wê çi bidest xweve bînin? Genim, ceh, yan xurêl û zîwan? dema dewletên xwedî hêz dibêjin: We kurdan bi mûçe ango bi peran bi mere karkiriye, wê para kurdan wekû netew çibe li nik wan? Ka bersiv li cem kiye?)-

 

 

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button