Derbarê Hevdîtinên ENKS û HSDê

Sîrwan Qiçço

Destpêşxeriya fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî derbarê yekrêziya Kurdî gaveke girîng e divê li ser were rawestandin.

Ev însyatîv yekser piştî dagerkirina Tirkiyê ya hinek deverên Kurdistana Sûriyê li Oktobera sala bûrî hat. Eger ev dem nîşana tiştekê be, ew tenê nîşan e ku di qeyran û krîzan de ti alî nikare bi tena xwe rêvebiriya Kurdistana Sûriyê bike. Ebdî baş vê yekê dizane. Li ev destpêşxerî ne tenê ji ber ku HSD dixwaze bi roleke erênî di vê qonaxê de rabe. Fişar li ser vê hêzê heye ku êdî bibe faktereke pirrengiya siyasî li Kurdistana Sûriyê û rê li ber ezmûna yekalî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bigire.

Gelek alî dibînin ku ji berjewendiya wan e projeyeke siyasî serketî li Kurdistana Sûriyê peyda bibe. Bi taybet Amerîka û Fransa – û heta radeyekê Brîtanya – vê yekê dixwazin. Lê ji ber sedemên eşekere têne Amerîka dikare bi awayekî praktîk vê hewildanê pêk bîne.

Nuha hevdîtin tên di navbera HSD û partiyên din yên Kurdî – bi taybet partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) tên kirin. Bi qasî hayê min jê heye, di van du mehên dawî de, çend hevdîtin bi amadebûna Amerîkiyan di navbera herdu aliyan de çê bûne.

Ev civîn baş in. Dikarin bi demê re bibin bingeha hewildanên mezintir di navbera ENKS û PYDê de. Lê heta ku ev yêk pêkane bibe, du xal hene divê baş li ser wan were gotûbêjkirin. Xala yekê: divê Amerîkî heta dawî beşdarî van civînan bibin. Bi gotineke din, divê Amerîkî wekî garantor di vê prosesê de cih bigirin. Ezmûnên berê di navbera herdu aliyan de (Hewler 1, 2 û Dohuk) eşkere kirine ku çi rêkeftin were kirin bêy misogerkirineke navnetewî wê bêçare bimîne. Lewra, girîng e ku ev xal ji destpêkê ve were danîn wekî merc.

Xala din ku divê bi heman girîngiyê were dîtin, ew e ku divê HSD halê hazir wekî hêzeke leşkerî ya serbixwe neyê jimartin. Ebdî û berpirsên din yên HSDê nuha vê yekê nîşan din. Lê rastî ew e ku bihna PYDê û li dû wê PKKê ji dûr ve ji HSDê tê. Kes nikare bê yekê înkar bike. Îca HSD nikare bibe navbir di navber ti gotûbêjên paşerojê di navbera ENKS û PYDê de. Kengî HSD bi cidî çesipand ku ew bi rastî laşekî leşkerî yê serbixwe ye û bi heman çavî li hemû partiyan dinêre, wê çaxê behane di destê ENKSê de namîne jib o gotûbêjên bi PYDê re.

Ji xwe Amerîkî lê digerin ku tiştekî wilo çê bibe. Ji 2016an ve, Washington hewil dide ku HSD ji PKKê qut bike. Tevî ku ev yek gelekî dijwar e. Lê dînamîkiyên siyasî û leşkerî nuha ne wek yên  berî çend salan in. Ji ber wilo, bawer dikim ku heger Amerîka û hinek kesayetiyên HSD dikarin bi hev re bigihêjin vê armancê.

Li aliyê din, divê ENKS jî çend gavên kontrêt bavêje ji bo ji her kesî re nîşan bide ku ew bi rastî jî cidî ye ku bibe hevparê proseseke siyasî ya nû li Kurdistana Sûriyê. Yek ji wan gavan, helwesta hember opozisyona Sûrî ye. ENKS endama Etîlafê ye. Lê nabe ku hemû helwestên wê wek yên aliyên din yên Etîlafê bin, bi taybet di mijarên çarenivîsî de wekî helwesta hember dagerkirina Tirkan ya Efrînê, Serê Kaniyê û Tel Ebyed.  Etîlaf ne laşekî siyasî yekgirtî ye. Ji xwe wateya wê bi Erebî tiştekî pêşniyar nake ku hemû endamên Etîlafê wek hev bifikirin yan jî wek hev tev bigerin. Divê ENKSê xwedî helwesteke tund be hember kiriyar û helwestên opozisyona Sûrî  derbarê rewşa Kurdan – û derbarê Sûriyê bi giştî.

Yekrêzî ne gotineke klîşê ye. Çiqasî daxwaza yekrêziya Kurdan li Sûriyê were kirin, dubarekirina vê gotinê yekcar kevin nabe.

Lê yekrêzî nayê wê wateyê ku hemû partî bibin yek yan bibin xwedî yek fikir. Ew jî şaş e. Yekrêzî ew e ku hemû aliyên siyasî û civakî yek helwest bin hember mijarên sereke ku çarenivîsa miletekî li ser dimîne. Bûyerên çend salên dawî, xweş tînin ber çavên her kesî ku nuha bi rastî jî ji Kurdan re qonaxa man û nemanê ye. Derfeta ku nuha di destên Kurdan de heye ji bo statuyeke siyasî li Sûriyê bidest bixin bêhempa ye. Eger vê carê ji dest Kurdan here, belkî heta sedsaleke din jî derfetek wek wê bi dest nekeve.

 

 

 

 

 

You might also like