Gotar

Nav û Dengê Amûdê

Ismaîl Sînan

Destpêk di salên sihî de ji sedsala bîstê wekû geşepêdanekê di giyanê çand û wêjeya kurdî de gihişte asta netewî bi fiqh û korsên olî di hucreyên mala seyda de

Him jî derçûn û weşana herdû kovarên kurdî yên pîroz ” Hawar” û “Ronahî” bi keda zimanzan û mîrê alfebeya kurdî ” Mîr Celadet Bedirxan” ewan herdû jêderan bandoreke mezin li ser kurdên sûriyê kir , loma nivîskar û helbestvanên gelê kurd tûrikên xwe tijî dikirin û davêtin milê xwe wekû erkê netewî û li nava kurdan belav dikirin li kurdistana sûriyê

Bajarê Amûdê pêşeng bû bi wergirtin û sûde di warê netewî de , di heman salan de “Yaneya ciwanan” hate damezrandin li bajarê Amûdê wekû destgeheke perwerdeyî beramberî kiryarên dagîrkeran li gel xulên fêrbûna zimanê kurdî bi tîpên latînî

Gengeşeya perçekirina kurdistan ji encamên peymana “Saykis Pîko” û wekû diyarkirina nerazîbûnê her sibeh kombûn bi ref û rêzik li pey hev li bejna wan cilên “Keşafa” destpêk bi sirûda ” Ey Reqib” bi duruşmên netewî li dijî dagîrkeran.

Loma “toşa Amûdê” di sala 1937 de , paşê di sala 1961ê de bo helbijartinên parlementoya sûriyê “Doktor nûrdîn zaza” û hevalê xwe “Şêx mihemed îsa” wekû kandîtên kurda û bi gera hevdîtina gel û piropakenda di nav bajarên cezîrê de , xortên kurda li bajarê Amûdê rahiştin otombîla wan û bi heyecan di bin de meşiya , ew yek jî hukumeta wê demê bi tirs di ber çavan re derbaskir loma girtina herdû kandîtan û hin hevalên partiya demoqratî kurdistan li sûryê

Û di destpêka çerxa bîst û yekê de 2004ê gelê Amûdê pût û peykerê diktatora ruxandin dîsa jî bi destê hukûmetê bi dehên şehîd û birîndaran bi hezara girtiyên zindanan

Ji xwe di şoreşa sûryê de yekem bajar piştî xelkên bajarê “Deraá” gencên amûdê rabûn ser piyan û doza mafê xwe kirin , Dêmek nav û dengê Amûdê ne ji xweber hatiye.

 

Rojnameya Yekîtî 275

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button