Gotar

Qeyser û Yasa Xwe

Nisrîn çeto

Kiye Qeyser? Qeyser polîsekî leşkeriyê dewleta Sûri ye, karê wî kişandina wêneyên miriyan di zindanên dewletê de, ji bo Erşîv kirinê. Navê wî ta niha ne diyar e, ji ber metirsiya ser jiyana wî, û navê Qeyser du zanyarên dadegeha nêvdewletî li wî kirine, ew herdû zanyar evin: Dêvîd Girîn ji Emrîka, û Dîzmond Dî sîlva ji Inglistanê, bi egera parastina jiyana wî. Qeyser bi alîkariya dostekî xwe 55000 wêne ji 11000 kuştiyên di zindanên rijêma Sûrî de, ji nava welat derxistin derve, û gihandin berdestên dadegehên nêvdewletî, bi mebesta eşkerekirina tawanên rijêma Sûrî, piştî ku karîbûn derkevin derveyî welat. Di rojên bê de wê dewleta Emerîka yasaya ku saz kiribû bi tena xwe, û navê Qeyser lê kiribû, wê têxe bin sepandinê, weke ku ew didin xuyakirinê di ragihandinê de. Wê ev yasa li ser kî bê sepandin? Rijêma Sûrî bi hemî saziyên xweve, weke civata wezîran, indamên berleman, kompaniyên bazirganî, kesayetin palpişt ji rijêmê re, sazî û efserên leşkerî, layanger û palpiştên di hundurê Sûrî û yê ji derve, dewlet û rêxistin. Wê encamê sepandina vê yasayê çibin? Guvaş û fişar li ser rêjîmê, ta li ber mercên hevbendiya navdewletî bibin, ew mercên ku Emerîka bi xwe danîne, ew jî evin: dûrkirina Eyranê ji xaka Sûrî, danîna yasayeke nû j welat re, razîbûn bi biryarên civata navdewletî yên cinêva, eşkerekirina rewşa zindaniya û wina.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button