![](https://i0.wp.com/kurdi.yekiti-media.org/wp-content/uploads/2017/05/silopi-cucuk.jpg?resize=690%2C362&ssl=1)
Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Li Silopî zirpoşa polîsan 2 zarok kuştin
Yekîtî Media 4/5/2017
Li navçeya Silopiyê ya ser bi Şirnexê ve, li taxa Karşiyakayê wesayeta zirpoş a polîsan li xaniyekî da û ket nava malekê de.
Di encamê de 2 birayên ji wan yekî 7 salî yê din jî 6 salî canê xwe ji dest dan.
Piştî bûyerê hejmarek zêde ji polîsan bo wê deverê hatin veguhestin.
Hat zanîn, Serdozgeriya Komarê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.