Break newsNûçeslide

Li Qamişlo û Kobanê binçavkirina ciwanan bo leşkeriya bizorê berdewam e

Yekîtî Media 9/7/2017

Asayişa serbazî ya PYD bi hilmeteke binçavkirina ciwanan ji bo leşkeriya bizorê li bajarên Qamişlo û Kobanê destpêkir, û ciwan ajotin serbazgehên leşkeriya bizorê.

Nûçegihanê Yekîtî Media li Qamişlo ragihand, ku asayişa serbazî ya PYD êrîşî dikanan li bazara Qamişlo kir û ciwan binçavkirin, roja doh şemê.

Herweha nûçegihanê Yekîtî Media li Kobanê ragihand, ku asayişa serbazî ya PYD li ser dergehê gundê Dongirê 20 km başûrê Kobanê rawestiya, roja pêncşema borî û ciwan binçavkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button