Break newsNûçeslide

Asayişa PYD endamekî rêxistina Şepêla Pêşeroj li Kobanê binçav kir

Yekîtî Media 9/7/2017

Berdevkê Partiya Şepêla Pêşeroj a Kurd li Sûriyê li Kobanê ji aliyê Asayîşa PYDê ve hate binçavkirin.

Nûçegihanê Yekîtî Media li Kobanê ragihand ku, doh şemê, Asayîşa PYD li Kobanê Berdevkê Partiya Şepêla Pêşeroj a Kurd li Sûriyê Elî Temê li gundê Tel Xezal ya ser bi bajarê Kobanê ve binçav kir.

Tê zanîn ku Elî Temê yek ji medyakaran bû ku rewşa êrîşa li ser Kobanê bo kenalên cîhanî vediguhêst.

Tê zanîn ku Asayîşa PYD li hemû navçeyên Kurdistana Sûriya serkirde û endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) binçav kirine û heta niha jî  bi dehan di zindanên PYD de binçavkirî ne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button