Break newsNûçeslide

Xelkên gundê ‘Elî Fero’ li dijî asayişa serbazî ya PYD derketin

Yekîtî Media 9/7/2017

Hêzek ji asayişa serbazî ya PYD êrîş bir ser gundê Elî Fero li gundewarê bajarê Qamişlo roja doh şemê 8ê tîrmehê.

Jêderekî ji gundê Elî Fero ji Yekîtî Media re ragihand, ku hêzeke hevbeş ji asayişa serbazî û ji asayişa PYD êrîşî gund kirin ji bo binçavkirina ciwanan û ajotina wan bo leşkeriya bizorê.

Heman jêderî tekezkir ku xelkên gund li dijî wê hêzê derketin û nehiştin ku ciwanên wan binçav bikin, piştî derketina şerê devkî di navbera herdû aliyan de.

Herweha tkez kir ku asayişa PYD bi hêzke mestir êrîşî gund kir, sibeha îro yekşemê, lê xelkên gund ciwan û zilam derxistin ji derveyî gund.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button