Break newsNûçeslide

Li Hesekê Rêjîma Sûrî û PYD ê şer rawestandin

Yekîtî Media 5/7/2016

Doh demjimêr 6 êvarî şer û pevçûn di navbera asayiş û hêzên cewherî yên girêdayî PYD ê û hêzên Rêjîma Sûriyê piştî du rojan ji pevçûnên giran rawestiya.

Kenala Elxeber ya nêzîkî Rêjîma Sûrî ragihand, ku herdû alî gihiştin rêkeftinekê bo rawestandina şer bi berdewamî, xalên rêkeftinê ew bûn, vekirina riyên hatûçûnê û pevguhertina hêsîran û vegera her aliyekî bo cihê ku berî şer têde bû.

Li gor jêderin pijişkî ji Yekîtî Media re eşkere kirin, ku di encama vî şerî de 4 endamên hêzên Rêjîma Sûrî hatin kuştin û 5 endamên din birîndar ketin, herweha du endamên asayişê û yek ji hêza cewherî jiyana xwe ji dest dan, û 15 endamên hêza cewherî bi encama ketina topeke hawin di nav wan de birîndar bûn.

Herweha jinekê li taxa Ezîziyê jiyana xwe ji dest de bi encama gulleyke tewş, û 5 kesên sivîl jî birîndar bûn, li gel hin ziyanên abûrî.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button