Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Şervanên PJAK ê êrîşî pêşmergeyên PDK-Îran kirin

Yekîtî Media 5/7/2016

şervanên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), ku liqê PKKê yê Rojhilat e, êrîşî pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) kirine.

Di malpera civakî ya Fêsbûkê de hinek kesan îdia kirine ku li nêzîkî gundekî bajarê Mehabadê yê Kurdistana Rojhilat, tîmeke PJAK ê êrîşî pêşmergeyên PDK-Î kirine û 4 pêşmerge birîndar kirine.

Endamê kordînasyona PJAK ê, Amed Şaho li ser wê bûyerê ji medyaya YNK ê re gotiye, hêzên me tiştekî wisa nakin, ew karê Îranê ye çimkî Îranê gelek komên çekdar bi kincên gerîlayên me şandiye çiyê.

Endamê Polîtburoya PDK-Î, Kawa Behramî jî li ser wê bûyerê got, me jî tenê bihîstiye û ti tiştekî fermî negihîştiye destê me li ser wê bûyerê.

BasNews

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button