Break newsNûçeslide

ENKS ê ragihandinên Stîvan Dî Mistora red dike

Yekîtî Media 5/7/2016

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) ragihandinên Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê taybet bo Sûriyê Stîfvan Dî Mistora red dike û bi tûndî şermezar dike.Herwiha daxwaz ji Dî Mistora kir ku wê şaştiya xwe serrast bike.

Derbarê daxuyaniyê Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora ku, gotibû rêjeya Kurdan li Sûriyê ji sedî 5 in, Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) daxuyaniyek belav kir.

ENKSê di daxuyaniya xwe de axiftinên Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora bi tûndî şermezar dike, Herwiha daxwaz dike ku, wê şaştiya xwe derbarê rêjeya Kurdan li Sûriyê de serrast bike.

ENKSê da zanîn ku, wan berî niha belgeyek pêşkêşî Nûnerê berê yê Neteweyên Yekbûyî El-Exder Ibrahîmî kiribûn, tê de tekez kiribûn ku, nifûsa Kurdan li Sûriyê 4 milyon kes in. Herwiha duyem netewe jî li wî welatî , ku rêjeya wan zêdeyî 15 ji sedî ne.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button