Gotar

Kurdistana Serbixwe û Azad … Xewna Her Kurdekî Ye

Bêguman Kurdistana serbixwe û azad xewna her kurdekî ye li her çar parçên Kurdistanê, Kurdistan welatê miletê Kurd e, wek ciyografiyek yekbûyî yekemîn car di sala 1514 an de bi encama cenga Çaldêranê di navbera Osmaniyan û sefewiyan de hat dabeşkirin, di wê cengê de ferweriya Osmanî biserket û Sefewî têkçûn, û sînor bi fermî hatin nîgarkirin bi imzekirina peymana Zihaw di sala 1639 an de di navbera herdû ferweriyan de, Osmanî û Sefewî.

 

Û jiber ciyopolîtîkiya Kurdistanê ya giring di rojhilata navîn de, û dewlemendbûna xaka wê bi samanên siruştî û bi taybetî ”petrol”, piştî cenga cîhanî ya yekem û bi encama rêkeftina ”Saykis-Bîko” di navbera Birîtanya û Ferensa de, Kurdistan cardî hat dabeşkirin di navbera sê dewletên nûjen de, Turkya û Îraq û Sûrya, bi vî şêweyî welatê kurdan hat dabeşkirin û parçekirin û parvekirin di navbera çar dewletan de bêyî viyana wan, û bêyî ku kes ji vî miletî bipirse, ka hun çi dixwazin, hûn çi dipijêrin ji bo çarenivîsa xwe ?

 

Lewra, em dibêjin mafê çarenivîsê ligor belgeyên netewên yekgirtî ji mafê miletê Kurd e, bi çi awayî be tu dewlet û  tu kes nikare li himberî viyana miletê kurd derkeve derbarî mafê wî di biryardana çarenivîsa xwe de, ev mafekî rewa ye, û di vî hiştarî de nameya serok Barzanî tê, bo pêkanîna rapersînê derbarî mafê çarenivîsê bi merema serxwebûna herêma kurdistana Îraqê ( kurdistana Başûr ), xewna dîrokî ya her kurdekî dilsoz geş dike, ku kurdistanek serbixwe û azad ava bibe, ev mafekî rewa ye ji miletê kurd re ku çarenivîsa xwe biryar bide di riya rapirsîneke giştî de, û piraniya milletê Kurdistana Başûr çi bijardeyê hilbijêre ew yek ji mafê wî ye, ta bi serxwebûnê ji dewleta Îraqê û sazkirina dewleta netewî.

 

Mafê çarenivîsê ji milletan re hatiye şirovekirin di belgeya netewên yekgirtî de, û ragihandina pêwendiyan li ser bingeha hevaltiyê di sala 1970 de, ( Friendly-Relations-Declaration ), û herweha di herdû peymanên navnetewî yê mafên aborî û civakî û rewşenbîrî, û yê mafên sivîl û siyasî sala 1966 an, û ev belge hemû tekez dikin ku ji mafê hemû gelan e, çarenivîsa xwe bixwe biryar bidin, û rewşa xwe ya siyasî bi azadî bibijêrin.

 

Milletê Kurd li herêma Kurdistanê û li gor pîvanên navnetewî, ew wek millet hêjaye çarenivîsa xwe biryar bide, çiku ew mercên hebûna milletekî di yasayên navnetewî de pêktîne, ev millet ji yek regez ango netewê ye, xwedî zimanekî taybet e, û dîrok û çandek hevbeş e, li ser herêmeke ciyografî cuda û yekbûyî dijî, xwedî artêşeke taybet e, û xwedî desthilatek rewa ye, lewra ji mafê milletê kurd e ku çarenivîsa xwe biryar bide wek millet.

 

Di vê serdemê de avakirina dewleta Kurdistanê ne tenê xewne, lê temezekî ber biçav e, herêma kurdistana îraqê wek herêmek fîdral hemû mercên serxwebûnê pêkanîne, û bingehek tebût bo sazkirina dewletek serbixwe di herêmê de afirandî ye, û di baweriya min de dijminên milletê kurd û bi taybet her çar dewletên ku xaka Kurdistanê parçe dikin, hew dikarin li dijî mafê milletê kurd derkevin di avakirina dewleta xwe ya netewî de, çiku ew viyana siyasî li nik kurdan çêbûye berve serxwebûnê, ji her serdemî xurtir û tebûtir e.

Salar Salih

12/2/2016

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button