Break newsNûçeslide

Tîma gundê ” Gir Zîwan” lehengiya Newroz ya salane stand

Yekîtî media

Gundewarê Tirbe Sipiyê 8/4/2016

Îro 8ê nîsanê li gundê ”Dekşorî” yê girêdayî bajarokê Tirbe Sipiyê, lehengiya tupa destan bi helkeftina cejna Newrozê hat lidarxistin, gellek tîmên gelerî têde beşdarbûn ji hemû navçeyên kurdî , û ji hemû netew û tîre yan.

 

Ibrahîm Silêman Ebdê lîstikvanê tîma Xelat ji Yekîtî media re axivî, ku ev xul bi beşdariya hemû tîmên navçeyê ji Kurd û Ereb û Siryan pêktê, û tîma Dekşorî ewê ev xul sazkiriye ji sala 1985 an , û yên damezirîner ew Ferhan Hesen û Taha Ebdî û Luqman Hacî bûn.

 

Nûçegihanê yekîtî media amaje pêkir, ku tîma mîdiya ya girêdayî gundê Gir Zîwan lehengiya vê xulê qezenc kir, di lîska dawî de ligel tîma ”Enizî” ya girêdayî ketîbeyên EL-Senadîd yên ku ketine bin sîwana Rêveberiya Xweserî ya ku ji bal PYD ve hatiye ragihandin, bi encama 2 şût beramberî şûtekî tenê.

Herweha nûçegihanê me amaje bi amadebûna cemawerkî mezin ji lîskên xulê re kir, û hemû tîm pabendbûn bi sincên werzeşî û herweha cemawer.

 

 

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button