Break newsNûçeslide

PDK-T yekîtîya xwe ragihand

Yekîtî Media

 Partiya Demokrata Kurdistanê Tirkiyê, îro 2016.04.04 roja duşemê li Amedê bi civîneke çapemenîyê yekitiya di nava aliyên Partiya Demokrata Kurdistanê de ragihand. Herweha PDKT da xûyakirin ku ew dest siyasetek aktîv dike.

 

Di destpêka civîna çapemeniyê de, serokê partiya M.Emîn Kardaş armanca vê yekitiyê û bi vê mebestê behsa li darxistina konferansekî ji bo aliyên siyasî li Bakurê Kurdistanê kir.

 

Kardaş got:”divê em bi şêweyek aktiv lê bixebitindest da ku yên birûbaweriyên wan nêzî hevin, di bin sêwanekê da karê Netewî, Demokratik û Kurdistanî bidin meşandin. “

 

Piştî axavtina Kardaş berdevkê partiyê Rojhat Amedî behsa projeya yekitiya PDKê û herweha behsa cureyê kar û xebata pêşerojê kir.

Amedî di axavtina xwe de behsa xebata siyasî û destkeftiyên kurda kir.

Rojhat Amedî da xuyakirin ku ewê xebata xwe bi metodên demokratik û rêya diyalogê bikin û tundî û tujiyê dûrbin.

PDK-T ji sala 2014an ve, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi awayeke fermî siyasetê dike. Li gorî ragihandina rayedarên partiyê, ji ber ku pirsgirêkên li Tirkiyê û Bakur bi rêyên siyasetê bêne çareserkirin dê PDK-T di siyasetê de zêdetir aktîf bibe.

 

Jêder : Rojevakurd

 

 

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button