Break newsNûçeslide

Ketîbeyên Îslamî eşkere dikin bikaranîna çekên qedexe li Şêx Meqsûd

Yekîtî media

Neqîb ” Îslam Elûş” peyvkerê ketîbeyên artêşa Îslam di daxuyaniyekê de ji ragihandinê re eşkere kir, ku di 7ê meha nîsanê de sala 2016an yek ji serkirdeyên wan yên leşkerî çekên qedexe li taxa Şêx Meqsûd li Helbê li dijî çekdarên PYD ( wek ewî wan bi nav kir ) bikaranîn.

Herweha daxuyaniyê amaje pêkir ku serkirdeyê leşkerî yê ku ew çek bikaranîn, hat şandin bo dadgeha leşkerî ya taybet bi wan, bêyî ku sezaya wê di mafê wî de bê standin eşkere bike.

Di heman hiştarî de, Encûmena Xwecihî ya Encûmena Niştimanî Kurd li Efrînê di daxuyaniyek xwe de , di roja 8 ê nîsanê de, kiryarên ketîbeyên Îslamî li dijî welatiyên sivîl li taxa Şêx Meqsûd şermezarkir, ku ev kiryar nakevin berjewendiya Şoreşa Sûrî, û bi baweriye ku şerê tê gerandin ne şerekî Kurdî/Îslamî ye, herweha ne şerekî Kurdî/Erebî ye, û ev şer û navkokî redkir, û bang li rawestandina wî bilez kir, û herweha sivîlan nekin armanc ji bombeyên xwe re, û çareserkirina navkokiyan bi danûstandin û guftûgoyê, wek di piraniya caran de pêkhat, herweha daxuyaniyê ji civaka navnetewî xwest ku destêwerdanê bike bo rawestandina van komkujiyan, û parastina sivîlan, û bendkirina aliyên şer bi parastina wan û qedexekirina armanc kirina sivîlan.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button