Break newsNûçeslide

Heft Zarokan li Gundewarê Kobanê Jiyana Xwe Ji Destdan Bi Sedema Teqîna Bombeyeke Çandî

Yekîtî media

Kobanê 8/4/2016

Heft zarokan li gundewarê Kobanê îro di roja înê de 8ê nîsanê di dema nîvro de jiyana xwe ji destdan, bi sedema teqîna bombeyeke çandî ji paşmayên rêxistina Daişê ya tîrorêst li xaniyekî kavil.

Jêderekî agahdar ji bajarê Kobanê ji Yekîtî media re axivî ku zarok pismamê hevin û ji malbata ” Elemîn” in , ewan şivantiya pez dikirin û ji gundê Metîn in yê li rex gundê ” Derb Hesen ” dikeve ew gundê ku teqîn lê çêbû, zarokan jî pezê xwe biribûn wî gundî.

Tê zanîn ku rêxistina Daişê ya tîrorêst tibabek mezin ji bombe û qutiyên teqîner li gundewarên Kobanê çandine berî ku jê wê deverê derkeve, û bi sedema teqîna wan bomban gellek welatiyan jiyana xwe ji destdan.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button