Break newsNûçeslide

Şoreşgeran Firokek Cengê Dema Sivîl Li Gundewarê Helebê Bombebaran Dikirin Xist

Yûsif Mehlî, endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Ya hêzên şoreş û rikberiya sûriyê, daxwaz ji Encumana Ewlehiyê kir da ku destwerdanê bike ji bo rawestandina rêjîma Esed ji binpêkirinên berdewam ji agirbest û rêkeftina “rawestandina karên dijminkarî”, û fişaran li ser hevalbendên rêjîmê bikin ji bo karên wî yên kuştinê yên berdewam rawestînin, û tê zanîn ku îro şoreşgeran firokek cengê dema sivîl li gundewarê helebê bombebaran dikirin xist.

Û Mehlî tekezî li ser pîwîstiya ku rêjîma Esed bi şêweyekî bi lez berbi biryarên rewaya navdewletî bê kir, ji bo pêkanîna pirosêsa veguheztina siyasî, li gorî ku daxuyaniya Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlehiyê dabû xuyakirin û bi taybetî biryara 2254.

Û Mehelî hişyarî da li ser binkeftina arirbestê eger rêjîma Esed binpêkirinan bi armanckirina sivîlan û navendên jîndarî û pêkanîna komkujiyan berdewam bike.

Û îro nîvro şoreşgeran karîbûn firokek cengê ya ji cûreyê Sîxoy22 li gundewarê Helebê yê bakur bixînin, dema wê firokê navçeya El’îs armanc dikir, û tê zanîn ku avêjtokên şoreşgeran yên zemînî karîbûn wê li nêzî gundê Kefer Hemra bixînin, û kapîtanê wê jî dîl bigirin.Jêder: Hevdendî

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button