Break newsNûçeslide

Tiroristiya Esed Bi Armanca Binaxkirina Operasiyona Siyasî Ye Û Hem Tundûtûjiyê Li Herêmê Bihêle

Balyozê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê li Almanya Besam Elebdellah daxwaz ji koma dewletên piştgiriya Sûriyê û ji Koma navdewletî ya guhdanê bi serkeftina aramiyê û operasiyona siyasî dikin kir, giringe helwesteke diyar û tund ji bo Esed ji binpêkirina aramiyê vekêşînin, bi taybetî piştî kuştara ko li bajarokê Dêr El’esafîr li Gundewarê Şamê pêncşemba çûyî pêk anî.

Elebdellah di axaftineke taybet de got: “tiştê ko bû wek agahiyekê ye ji bo nederengxistina misogerkirina pirosêsa veguhêza siyasî ya ko dibe li Sûriyê bibe, bi damezrandina desthilatdara veguhêz bêyî Esed û hevalbendên wî yên tawankar”.

Destnîşan kir ko Beşar Elesed bi hemû karînên xwe yên tawankarî û tiroristiyê bizavê dike da ku Operasiyona siyasî binax bike û li çarçoveya pêşî vegerîne, û herêmê di nava gêre û babelîska tiroristiyê de bihêle.

Wezareta derve ya Almanî êrîşên asmanî yên li ser Dêr Elesafîr bi Firokên Esed yên Perwane yên ku Dibistan û Nexweşxanak bombebaran kir, û 33 sivîl kuştin pirotesto kir, û dît ku ew kirêttir kuştar e li Sûriyê ji gava ku peymana aramiyê berî mehekê dest pê kiriye.

Desthilata Almanî bi tundî hişyarî bi gefên ko li ser peymana aramiyê ya Ko bi bizavên zor gihiştinê, û her wiha têkbirina operasiyona siyasî bi evan operasiyonên leşkerî yên ko rûmeta mirovahiiyê binpê dikin da.

Wezareta derve ya Almanî tekez kir ko ji mafê miletê Sûrî ye ku tûşî bombebarankirinê ji aliyê hêzên Esed ne be. û tekez kir ku yê evî mafî binpê bike rewatiya desthilatiyê li Sûriyê pêre namîne ne tenê di çavên Milet de lê belê di çavê hemû cîhanî de jî.Jêder: Hevbendî

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button