Break newsNûçeslide

Berdewamiya Tawanên Esed Dibe Gefeke Rasteqîn Ji Agirbestê Re

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bi tundî kuştara hêzên Esed ya der heqê xelkê bajarokê Dêr El’esafîr ya li gundewarê Şamê şermezar kir, ku heryek ji xwendigeh û nexweşxaneya wê ya tekane bi zêdetir ji 10 êrîşên asmanî bombebaran kir, û di serjimêrek destpêkî de, bûye sedema şehîdkirina bêtir ji 20 kesan, û birîndarkirina bidehan kesên din, ku di nav wan de hin karmendên pizîşkî hene û tevlî hejmarek ji jin û zarokan.

Hevbendiyê di daxuyaneyeke xwe de tekez kir ku ” Ev kuştar tê zêdekirin li ser binpêkirinên berdewam ji rêkeftina agirbestê re, wek ketwarekê ji bona têkbirina agirbestê û bazdana ji maf û xwastek û erkên pirosêsa siyasî “.

Herwiha Hevbendiyê daxwaz ji Civaka Navdewletî kir ji bo ” standina rêşûnên bilez û rasteqîn li hember vê komelkujiyê, û pêwîst e nameyên hişk û rijd bişîne li ser derencam û metirsiyên li pey vê yekê, nemaze ku binpêkirinên rêkeftinê ji aliyê rêjîmê berferehtir û zêdetir dibinn û gihiştiye radeyekê ku çi raman û wate û nirxek ji agirbestê re nemaye”.

Hevdem Hevbendiyê hişyariyê da ku ” ev rêkeftin ne bendeke li ser aliyekî bitenê bêyî aliyê din, û berdewamiya rêjîmê li ser encamdana tawanan li dijî xelkê sivîl dibe gef û metirsiyek rasteqîn li ser vê agirbestê û li ser pêvajoya siyasî bi tevahî, lewra pêwîst e Civaka navdewletî agahdar be li ser encam û metirsiyên vê yekê”.Jêder: Hevbendî

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button