Break newsNûçeslide

Em Dozê Li Mosko Û Waşintonê Dikin Da Nameyeke Diyar Ji Esed Re Rê Bikin Da Cidî Be Di Cinêvê De

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberikiya Sûriyê, doz li Rûsya û Emerîka kir, da nameyeke diyar ji Esed re rê bikin, ji ber ku xwînrijî û belavbûna tiroristiya ko gefê li aştî û ewlekariya cîhanî dike, nema derfeta têkbirina demê, di riya xerabkirina çareseriya siyasî ji bo bobelata Sûriyê jê re heye, û rê nade ko pêkenînê bi giringiya bizava Netewên Yekbûyî û danûstandinên  ko li Cinêvê çêdibin bike.

Endamê Hevbendiya Niştimanî û serokê wê yê berêtir Hadî Elbehre, diyar kir ko gerek Emerîka û Rûsya bêtir bizavê bikin da Miletê Sûrî biparêzin, û derdên wî û tawankariyên ko di derheqê wî de dibin bidawî bikin. Hêj got: “Civîna wezîrên derve yê Emerîka û Rûsya li Moskoyê gerek nameyeke diyar ji rêjîma Esed re rê bikin da di danûstandinan de cidî be. ”

Elbehre rawêjkarê Şanda danûstandinan yê ko nuha li Cinêvê ye, doz li Mosko kir da sîwana siyasî û piştgiriya leşkerî ji ser rêjîma Esed rake, û rêzê li viyana miletê Sûrî di guherînê de bigire.Jêder: Hevbendî

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button