Break newsNûçeslide

Rikberiya Sûriyê Duristiya Xwe Wek Hevparekî ji Netewên Yekbûyî re Dupat Dike Û Rêjîma Esed Astengiyan Datîna Pêşiya Çareseriyê

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûrî, diyar kir ku rikberiyê di gera sêyemîn ya danûstandinên Cinêvê de der barê Sûriyê, cedîbûn û durisriya xwe dupat kir wek hevparekî rastyeqîne ji Netewên Yekbûyî re ji bo pêkanîna veguhestina siyasî ya tê xwestin. Berovajî rêjîma Esed ya ku wek aliyekî astengîkar xuya dibe.

Endamê hevbendiya niştimanî, Ebdulehed Stêfo, di daxuyaniyekê de, ji Jinêvê dabû, got ku şandeya gelê Sûriyê dupat kir ku ew nûnerê rastyeqîne ye ji şoreşa Sûrî re, û pabend e bi neguhêrên wê, weha jî got” me dupat kir ku em cedî û rast in derbarê çareseriyê, û rêjîm wek aliyekî astengkar diyar bû”.

Û Stêfo nîşan da ku endamên Hevbendiyê, li kêleka danûstandinên Cinêvê, hevdîtin bi aliyin navdewletî yên peywendîdarin bi doseya Dada Veguhêz û Lihevhatina Niştimanî re çêkirin,û tekezî li ser giringiya lêpirsîn û sizakirinê kir, her weha doseya girtiyan û giringiya berdana wan ya ku divê bi serbestberdana jin ji zarokan destpê bike.

Stêfo bal kişand ser ku danûstandin hîn di destpêkê de ne , û hîn qonaxa metirsîdar derbas nekirine, yan jî têkçûna wan , ya ku Esed bi hemî karên xwe hewl dide bike, di riya çêkirina arîşeyan û bazdana ji beşdariya di danûstandinên rûbirû de. Jêder: Hevbendî

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button