Raport

Domîz.. Hevdîtinek di navbera PYK-Sê û PDK-Sê pêk hat

Şandek ji PYK-Sê serdana ofîsa PDK-Sê li kampa Domîz kir derbarê hevdîtinên dubare di navbera partiyên di nava ENKSê de.

Şanda Yekîtî ji Îsmaîl Reşîd endamê komîta konevanî û Ekrem Reşîd endamê komîta navendî û hin endamên rêxistina Dihokê, û ji aliyê Mihemed Elî Îbrahîm endamê nivîsgeha konevanî û Hecî Kalo endamê komîta navendî ya PDK-Sê hatin pêşwazîkirin.

Her du layenan gelek mijar gengeşekirin, û di serî de girîngiya aktîvkirina ENKSê û mîkanîzma wê li gorî pêdiviyên qonaxê û xurtkirina hevdîtinan di navbera partiyên ENKSê de

Rola ENKSê di nav dijberîya Sûrîyeyê de mijareke din bû di hevdîtinê de, ku her du aliyan tekezî kirin li ser hebûna Encûmenê di oposîzyonê û desteya danûstandinên Sûrîyê û komîta destûrî de bijardeyeke dirust û Îstratîcî ye, û divê ku xebateke zêdetir bikin da ku mafê gelê Kurd di destûrê de biçespînin di derbarê pêvajoya di bin çavdêriya navneteweyî.

Di heman demê derbarê danûstandinên Kurdî /Kurdî de her du layenan tekezkirin ku danûstandin bijardeyeke Îstratîcî ye ji bo ENKSê dema ku dikeve di berjewendiyên gelê kurd de

Hêjayî gotinê ku her du partiyan ji partiyên dameziranderên ENKSê ne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button