Nûçe

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê): Em kuştina Emîn Îsa şermezar dikin ,divê qesasên wî bêne aşkere kirin

Li gorî agahdarîyên ku li raya giştî belav bûne, li Rojavayê Kurdistanê ciwanekî Kurd ê bi navê Emîn Îsa, ku endamê Partîya Demokrat a Kurdistan–Sûrîyeyê(PDK-S) ye, di girtîgeha Hêzên Sûrîyeya Demokratîk(HSD) de di bin îşkenceyê de hatîye kuştin.

Berîya her tiştî, divê berpirsyar, faîl û qesasên vê îşkence û kuştinê demildest bêne aşkere kirin û bêne ceza kirin.

Lê ji ber ku ev kuştin di girtîgeheke HSDyê de rûdaye, mesûlîyeta vê kuştinê dikeve ser milên HSDyê û Rêveberîya Xweser.

Ji bo hemû hûrgulîyên vê îşkence lê kirin û kuştina Emîn Îsa bê rohnîkirin û mesûlên vê kuştinê bêne ceza kirin divê ENKS û PYNK bi yek helwestê vê kuştinê rûreş bikin û bi dûv meseleyê biçin.

Di demeke ku em li dijî hemû dagirkeran mafê mirovan, hiqûqa navnetewî ya girtîyan diparêzin; li Rojavayê Kurdistanê îşkence kirin û kuştina mirovekî di girtîgehê de bi tu awayî nayê qebûl kirin.Heger kesekî welatperwer ji bo fikir û xebata xwe ya sîyasî bê girtin, bê îşkence kirin, bê kuştin ev rûreşîya herî mezin e.

Siyaseta girtin, îşkence kirin û kuştina mirovan û kesayetên ji partîyên cuda zerarê dide hewlên lihevkirina di nav kurd û kurdan de.Herweha zerarê dide azadî, demokrasî û hevqebûl kirina di nav civata Kurdistanê de.

Em kuştina Emin Îsa şermezar û protesto dikin û daxwaz ji karbidestên Rêveberîya Xweser û berpirsên PYD , HSDyê dikin ku qesas û berpirsên kuştina Emîn Îsa derxînin holê, raya giştî ya Kurdistanê agahdar bikin û cezaya pêwîst bidin kesên peywendîdar.

Ruhê welatperwerê Kurd Emîn Îsa şad, cîhê wî biheşt be. Em sersaxîyê ji malbata Emîn Îsa û ji rêveber û endamên PDK-Syê re dixwazin.Serê gelê me sax be.

01.07.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button