Raport

Îsmaîl Reşîd semînerek konevanî li kampa Barîka bi rê ve bir

Îro çarşemê 7ê Tîrmeha 2021an de, mamoste Îsmaîl Reşîd endamê komîteya konevanî ya PYK-Sê semînerek konevanî li kampa Barîka ya penaberan li parêzgeha Silêmaniyê bi rê ve bir.
Piştî bi xêr hatina mamoste Îsmaîl Reşîd hate kirin, xulelek bê deng li ser giyanê pakrewanên kurd û Kurdistanê hat rawestandin.
Piştire Reşîd li pêşveçûnên dawî li ser qada Sûriyê bi giştî û Kurdî bi taybetî gotûbêjkir, û anî ziman ku sitratêjiya ENKSê ya herî dirust e û rola wê di nav opozîsyonê û komîta destûrî û desteya danûstandinên Sûrîyê de ber bi çav e, û ENKSê ew ê her berdewam be di xebata xwe de, da ku mafê gelê Kurd di destûrê de biçespîne di bin çavdêriya navneteweyî.
Herwiha ji alîyekî din ve Reşîd li danûstandinên Kurdî /Kurdî axivî û wiha got ku danûstandin bijardeyeke Îstratîcî ye ji bo ENKSê, û tekezî kir ku em ê berdewam bin da ku ev gav bi dawî bibe nexasim ku bikeve bin berjewendiyên gelê kurd, herwiha daxwaz kir ji misoger ê Emerîkî ku bi rol û erkê xwe rabe derbarê binpêkirinên ku ji aliyê PYD’ê pêk tê.
Herwiha Semîner dewlemend bû bi pirsên beşdaran ku ji aliyê birêz Reşîd hat bersivandin bi sîngek fireh.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button