Nûçe

Dihok.. Hevdîtinek di navbera El-Wehda Kurdistanî û Yekîtî Kurdistanî pêk hat

Şandek ji partiya El-Wehda Kurdistanî bi serokatiya endama komîta navendî û berpirsa rêxistinê Sara Hemdûkî, îro roja înê serdana ofîsa Yekîtî Kurdistanî li bajarê Dihokê kir, û ji aliyê Ekrem Reşîd endamê komîta navendî ya Yekîtî hatin pêşwazîkirin.

Her du alî di civînê de behsa rewşa Sûriyê bi giştî û ya Kurdî bi taybetî kirin, û herwiha nêrînên derbarê pêşxistina ENKSê hat pêşkêşkirin.

Herwiha her du layenan asoyên pêşerojê ji bo çareserkirina kirîza Sûrî gotûbêjkirin, û ji alîyekî din ve li ser danûstandinên Kurdî /Kurdî û pêwîstiya bicîanîn û cihê gihîştina peymanekê ku xizmeta dosyeya gelê Kurd li Kurdistana Sûrîyê bike gengeşekirin, û tekezî kirin ku danûstandinên kurdî bijardeyeke Îstratîcî ye ji ENKSê re..
Her du aliyan diyar kirin girîngiya berdewamiya hevdîtinan û pevguhertinên nêrînan
Hêjayî gotinê ku her du partiyan ji partiyên di nava ENKSê de ne, û di bin siya wê de kar û xebatên xwe dikin..

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button