Raport

Partiya wekhevî pîrozbahiya Yekîtî kir bi boneya vekirina ofîsa xwe li bajarê Dêrikê de

Şandek ji partiya Wekhevî ya Demokrat a Kurd li sûriyê serdana rêxistina Dêrikê ya PYK-Sê ji bo pêşkêşkirina pîrozbahiyê, bi boneya vekirina nivîsgeha xwe li bajarê Dêrikê..

Şanda wekhevî bi serokatiya endamê komîta navendî : Cemal Îbrahîm û endamên rêxistina Partîya wekhevî li Dêrikê pêk dihat, û ji aliyê serkirde û endamên Kurdistanî li bajêr hatin pêşwazîkirin.
Herwiha Hesen Çep endamê komîta navendî ya PYK-Sê bi xêrhatina şandê kir, û tekezî kir li ser girîngiya hevdîtinan di navbera aliyên siyasî û civakî, û aktîvkirina wê bi serdanên dûbarekirî û çalakiyên çandî ku sûd ji hebûna nivîsgehên Partîyan werbigirin ku hemû di bin xizmeta civak û doseyê de ne, û diyar kir ku nivîsgeha Partiyê peyvgeha hemû layenên siyasî û civakî û çandî û rêxistinên çalak ji bo pêşxistina civakê.

Ji aliyê xwe ve m. Cemal Îbrahîm pîrozbahiya hevalên rêxistina Dêrikê kir derbarê vekirina ofîsa xwe, û tekezî kir li ser rola ofîsên partiyan yên çalak di ber xizmeta civakê de, û nîşan da derbarê hevgirtina piratîkî de ji bo baştirîn kar pêşkêş bikin

Herwiha her alî li ser rewşa siyasî ya anha di kirîza Sûrî bi giştî de û ya Kurdî bi taybetî gengeşekirin, û tekezî kirin pêwîstiya têgihiştinek cidî da ku herêmê ji karesatên şer biparêze

Hêjayî gotinê ye ku serdan ranewestiyan ji aliyên partî, civakî û çandî ji bo pêşkêşkirina pîrozbahiyê bi boneya vekirina nivîsgeha partiyê li Dirkê, ku di 12ê vê mehê de hate vekirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button