Break newsNûçe

Çekdarên PYD’ê du zarok ji Eyn Îsa revandin

Çekdarên PYD’ê di dawiya heftiya borî de zarokên biçûk jî bajarokê Eyn Îsa li parêzgeha Reqayê ya ku di bin kontrola hêzên Sûriya Demokratîk

Çavkanîyên herêmî ragihand ku hêzên PYD’ê her du zarokên bi navê : ” ‘Izo Elhemed Elelo (13) salî ye, û Firas Elxelef Elelo (14) salî ye, ji pêkhateyên ereb in, ji pêşiya mala wan li gundê ElŞibil li gundewarê Eyn Îsa revandin ji bo lêkerê kirina wan.

Meha borî, rêxistina Ciwanên Şoreşger a Partiya Yekîtiya Demokratîk 14 zarok li Qamişlo, Amûdê, El-Şehba, taxên Şêx Meqsûd û El-Eşrefiyê yên girêdayî parêzgeha Helebê birin leşkeriyê.

Li bajarên Amûdê û Qamişlo xwepêşandanên gel li dijî revandina zarokan hatin lidarxistin , di van xwepêşandanan de dêûbavan tekez kirin ku cihê xwezayî yê zarokan mal û dibistan in.

Hêjayî gotinê ye ku Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî di sala 2019an de bi nûnera Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan û şerê çekdarî Vircîna Xamba re plana pabendbûna bi dawîkirin û nehiştina leşker kirina zarokên di bin 18 saliyê re îmze kiribû, û bikaranîna wan di karên leşkerî de.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button