Break newsNûçe

Dergehê sînorî yê Fîşxabûrê hat girtin piştî êrîşên ciwanên şoreşger

Roj Çarşemê 15ê Berfenbara 2021ê, bi dehan endamên Rêxistina Ciwanên Şoreşger ên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê , ji deriyê Sêmalka yê gundewarên Dêrikê, êrîşî deriyê sînorî yê Fîşxabûr a Herêma Kurdistanê kirin.

Di êrîşê de beşdaran siloganên piştevaniya PKK’ê digotin , û wêne û alên PKK’ê jî bilind dikirin.

 

Êrîşkaran jî bi keviran êrîşî hêzên ewlehiyê yên li Xaçerêya Fîşxabûrê kirin û bombeyên molotof jî bi kar anîn .

Asayîşa PYD’ê destûr da ku êrîşkar di deriyê Sêmalka re derbas bibin û derbasî xaka Herêma Kurdistanê bibin.

Li gorî çavkaniyên taybet, piraniya êrîşkaran ji bajarê Minbic û Reqayê hatine.

Hêjayî gotinê ye ku Rêxistina Ciwanên Şoreşger binpêkirinan li navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de dikin, ji revandina zarokan, şewitandina ofîsên partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û gefxwarina malbatên Pêşmergeyên Roj.

Piştî êrîşê rêveberiya dergehê Fîşxabûrê girtina dergehê heta demeke din ragihand.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button