Break newsRaport

Bi dijwarbûna sermayê re xelkê Hesekê ji ber derengbûna belavkirina mazota germkirinê gazinan dikin.

Bi hatina demsala zivistanê û dijwarbûna sermayê li bajarê Hesekê, rêveberîya PYD’ê heta niha mazota germkirinê li gelek taxên bajêr.

Hemwelatîyên bajar û bajarokên Kurdistana Sûrîyê rastî rewşeke debara jiyanê dijwar hatine, digel bilindbûna nirxê kelûpelên bingehîn, ku nahêle xelk bikaribin mazota germkirinê bi buhayeke girantir ji firoşkaran bikirin.

Mehmûd Licê hemwelatiyek ji taxa Ezîzîyê ye ji Yekiti Media re ragihand û anî ziman : ku mazot li beşekî taxa Ezîzîyê hatiye belavkirin lê piraniya taxê û gelek ji taxên bajêr lê nehatiye belavkirin.

Wiha gotina xwe domand : pênc zarokên ên biçûk hene, û em bi şev ji sermaya dijwar zehmetiyê dikşînin, ku dibe sedema gelek caran zarok nexweş bikevin, û gilî kir, “Em nikarin mazotê ji firoşkaran bikirin, ji ber ku ew ji rewşê sûd werdigirin û bi buhayekî xeyalî difiroşin, herwiha piştî nexweşketina zarokan em nikarin serdana bijîşkan ji ber bilindbûna nirxê sehkirinê û dermanan.

Di dawiya axaftina xwe de wiha got : heftiyek di ser meha berçileyê derbas bû û me mazota germkirinê ne stend, gelo em ê mazotê di demsala biharê de werbigirin yan çi?

Ji aliyekî din ve hemwelatîyê bi navê Casim El ‘Uda ji taxa Til Hecer ji malpera me re got : me mazot wergirt lê ew naşibe mazotê ji ber rêngê wê yê reş wek rûnê şewitî û bîhna wê ya genî ku dibe sedema singşewatiyê û bi taybet kesên ku di sîng û gewriya wan de alerjî heye.

Casim wiha gotina xwe berdewam kir : ev mazot dibe sedema nexweşiyên demdirêjî û ji bo germkirina malan ne guncaw e.

Çalakvan Rêdî Oso wiha got : rêveberîya PYD’ê nefta xav eşkere û pêşiya çavên Emerîkî dive ji rêjîma Sûrîyê, û nîşan da ku rêveberiya PYD’ê bi riya qaçaxçîyan mazot, benzîn, gaz û xaz dide girûpên çekdar ên bi ser Tirkiyê ve li herêmên Serê kanîyê û Girê Spî û li wan deveran bi buhayekî bilind difroşin.

Oso wiha gotina xwe bi dawî kir : ku ev rêveberî bazirganiyê bi xelkên deverên Kurdistana Sûrîyê dike, û samanên herêmê talan dike û diravan dişîne çiyayên Qendîlê jî bo alîkariya PKK’ê jî ber vê yekê ev rêveberî tiştekî ji bo xizmetguzariyan û sûdwergirtina ji welatiyên li Kurdistana Sûriyê re pêşkêş nake.”

Bajarê Hesekê di warê sotemeniyên cûrbecûr de rastî aloziyekê tê, ku xwediyên otomobîlan neçar in bi demjimêran di rêzên dirêj de li stasyonên benzînxaneyê de radiwestin, ku benzînê an mazotê ji otombîlên xwe re peyda bikin, û herwiha qeyranek di gaza navmalî de heye, nexasim qeyrana jiyanê û buhayên bilind ên kelûpelên bingehîn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button