Nûçeyên herêmî û cîhanîslideUncategorized

Çekdarên PKK êrîşî navendeke YNK li Şingalê kirin

Yekiti Media

Çekdarên partiya Karkirê Kurdistanê PKK êrîşî navendeke partiya Yekîtî Niştimanî Kurdistanî YNK roja Înê li Şingalê kirin.

Malperên Ragihandinê li Kurdistana Iraqê diyar kirin ku çekdarên PKK li gel alîgirên xwe êrîşî navendeke partiya Yekîtî Niştimanî Kurdistanî li Şingalê kirin û alên wê ji ser navendê anîn xwar.

Ev kiryar tê weke karvedanekê li ser girtina navendên tevgera Azadiya Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê ji hêla Esayişan ve.

Ji hêla xwe ve rêxistina Civaka Kurdistanî daxuyaniyek belav kir têde ragihand ku girtina navendên tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo razîkirina Tirkiye hatiye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button