Break newsNûçe

BERLÎN: ÎBRAHÎM BIRO SEMÎNAREK SIYASÎ BI RÊ VE BIR.

Îbrahîm Biro, endamê komîteya siyasî ya Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriye, û endamê komîteya peywendiyên derve ya ENKSê li paytexta Almaniya, Berlînê, bi amadebûna komek siyasetmedar û çalakvanên kurd semînarek siyasî bi rê ve bir.

Piştî deqeyek ji rêzgirtinê û pêşwazîkirina beşdaran ji aliyê Iqbal Dawûd, endamê Komîteya Navendî, ya PYK-Sê, Îbrahîm Biro, li ser pêşveçûnên herî dawî yên siyasî li ser qada Sûriyê bi giştî û qada kurdî bi taybetî şirove kir .

Herwiha Biro, bi awayekî berfireh behsa serdana vê dawiyê ya şandeya ENKSê li gel opozisyona sûrî bo Niyorkê kir, û hevdîtinên ku wan bi nûnerên gelek welatan re kirin, di nav wan de Ewropî, herêmî û Erebî, û hevdîtinên wan bi berpirsiyarên Amerîkiyan re, ku wan êş, azar û rewşên xerab ên ku li herêmên kurdî diqewimin û derbaz dibin tevî dewlemendiya wê ji aliyê petrol û çandiniyê de ji ber gendelî û belengaziya rêveberiya PYDê rave kirin .

Di dawiya de, gelek pirs û nêrîn hatin kirin ser rewşa heyî ya li Sûrîyeyê diqewime ku semînarê dewlemend kir.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button