Break newsNûçe

ELMANIYA: FÛAD ELÎKO SEMÎNAREK SIYASÎ Û CEMAWERÎ BI RÊ VE BIR.

Bi boneya 5emîn salvegera komkujiya Hola Senabil li bajarê Hesekê ji aliyê rêxistina terorîst a DA’Şê ve, ku têde nêzî 37 şehîd ketin, di nav wan de parêzer Beha’edîn Fatimê, endamê Komîteya Navendî ya PYK-Sê .

Digel du sal piştî êrîşa artêşa Tirik û bi hevkariya komên girêdayî wê li bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî…, Rêxistina Bakurê Elrayin ya Partiya Yekîtî  Kurdistanî – Sûriye li Elmaniya li bajarê Esen her du bone vejandin, bidarxistina semînareke siyasî bi rêveberiya M.Fûad Elîko, endamê komîteya siyasî ya partiyê li ser dawîn pêşhateyên siyasî li ser rewşa Sûriyê bi giştî û Kurdî bi taybetî.

Ku ev yek bi beşdarbûna nûnerên ENKSê, Partiya Demokrata Kurdistan – Iraq, û bi beşdarbûna partiyên kurdî ,û komek ji nivîskar, rewşenbîr, rêxistinên civaka sivîl û cemawerekî têkildarî bi rewşa siyasî û kurdayetî ye.

Piştî ku Heval Îsa, endamê Komîteya Navendî, bi hûrgilî li ser komkujiya Hola Senabil û şehadeta Beha Fatimê vegot, û awayê êrişa Tirkiyê û komên çekdar li ser Serê Kaniyê û Girê Sipî, derfet hate dayin ji M.Fûad Elîko ku li ser şehîd Beha û tekoşîn, exlaq û rola wî ya berçav li bajarê Hesekê biaxive , paşê wî ser rewşa siyasî li ser qada Sûriyê bi giştî û qada kurdî bi taybetî, ku bi firahî ji destpêka pêxistna şoreşa Sûrîyê û tevlîbûna kurdan di nav şoreşê de gotûbêj kir , û guhertinên cewherî di movikên şoreşê de çawa rûda diyar kir.

Semîner dewlemend bû bi çend destwerdan û pirsan ji aliyê beşdaran, ku M.Fûad Elîko bi sîngek fireh û bi zelalmendî bersiv da.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button