Break newsNûçe

Çekdarên PYD’ê keçeke biçûk ji gundewarê Efrînê revandin

Malbtek kurd ji Efrînê, eşkere kir ku berî sê mehan çekdarên PYD’ê keça wan a biçûk ji devera Şêrewa li gundewarê bajarê Efrînê revandin.

Çalakvanê siyasî Mistefa Şêxo di lêdwanek taybet ji Yekiti Media re ragihand û anî ziman ku di nêvîyê pûşpera 2021an de çekdarên girêdayî PYD’ê keça bi navê Rama Elî Osman, dayîka wê Yasemîn e ji gundê Eqîbe ya girêdayî navçeya Şêrewa ku di bin kontrola hevbeş a hêzên rejîmê û Yekîneyên Parastina gel yên PYD’ê revandin, û diyar kir ku Rama di 1/1/2007 dayîk bûye û bi dapîra xwe re dijî ji ber ku sêwî ye.

Şêxo nîşan da ku wê xwe amede dikir bi riya kombûna malbatê biçe Elmanya da ku bi xaltîka xwe re bijî .

Hêjayî gotinê ku di mehên derbasbûyî de bûyerên revandina biçukan ji aliyê çekdarên PYD’ê ve zêde bûye, tevî peymana hêzên Sûriya Demokratîk bi rêxistinên navnetewî ku rêzincîra leşkerkirina biçukan bi dawî bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button