Break newsNûçeslide

Asayişa serbazî ya PYD êrîşî gundekî li gundewarê Tirbe Sipiyê kir

Yekîtî Media 29/6/2017

Li gor nûçegihanê Yekîtî Media li devera Alyan hêzek ji asayişa serbazî ya ser bi PYD ve êrîşî gundê Kerbekîl yê girêdayî devera Aliyan li gundewarê Tirbe Sipiyê kir û hejmarek ji ciwanên wî gundî ji bo leşkeriya bizorê binçavkirin.

Nûçegihanê Yekîtî Media da zanîn , ku ciwanên hatin naskirin ew : Miseb Sofî û Rîvan Mihemed Emîn in, û hatin veguhestin ji bo qişleyên leşkeriya bizorê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button