Break newsNûçeslide

Xîlafeta DAIŞê li Mûsilê hat rûxandin

Yekîtî Media 29/6/2017

Îro pêncşemê 29 Hezîrana 2017an, kenalên fermî yên Iraqê li ser zarên berpirsên Wezareta Bergîriyê ya Iraqê ragihandin, “Çekdarên DAIŞê li Mûsilê nemane. Bajar bi tevahî ketiye destê hêzên Iraqî”

Di wê derbarê de Emîd Rukin Nebîl Fetlawî di Dijeterora Iraqê ragihand, “Tenê di çend cihên kêm ên taxên Mûsilê de, hejmarek ji paşmayên çekdarên DAIŞê mane û firoke jî wan cihan bombebaran dikin.”

Herwiha got jî, “Ji ber tengbûna kolanên Mûsila Kevin, dibe ku demeke din pêwîst be bo girtina wê, ji ber ku ew çekdarên mane xwekuj in, ligel wê jî yan dibe ku ew xwe radest bikin, yan jî xwe bikujin.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button