Break newsNûçeslide

Amerîka, Brîtanya û Fransayê 3 binkeyên çekên kîmawî yên Sûriyê bi 105 mûşekan armanc kirin

Yekîtî Media
Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) aşkere kir, Amerîka, Brîtanya û Fransayê 3 binkeyên çekên kîmawî yên Sûriyê bi 105 mûşekan armanc kirin.
Peyvdara Pentegonê Dana White di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Ew êrîş ne ji bo guhartina rêjîma Sûriyê bû, lê rê nadin yasayên navdewletî werin binpêkirin. Me bi serkeftin li hemû armancan da. Ev êrîş jî rewa ne.”
Berdevka Pantegonê amaje bi wê yekê kir: “Hîna hin jêrxaneya çeka kîmawî li Sûriyê mane, lê lêdana me bihêz bû.”
Herwiha got jî: “Ji belgeyên di destê me de ne bibawer in, rêjîma Sûriyê bi çekê kîmawî êrîşî Dûmayê kiriye.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button