Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Beşar Ceferî : Eger êrîşî me bikin emê berevaniyê di ber axa Sûriyê de bikin

Yekîtî Media
Nûnerê hikûmeta Sûriyê li NY Beşar Ceferî ragihand, ku eger li ser wan êrîş bibe ewê berevaniyê ber axa Sûriyê de bikin.
Beşar Ceferî di dema civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî ya li New Yorkê de axivî û Amerîka bi dijminatiya gelê Sûriyê tometbar kir.
Ceferî li ser tometkirina hikûmeta Sûriyê got, ku Amerîkayê li Sûriyê 50 caran çekên kîmawî bikar aniye û got: “Amerîka hemû baregehên kîmawî li Sûriyê armanc kirine. Ew çekdaran perwede dike da êrîşê Sûriyê dike. Herwiha li Reqayê jî bi hezaran sivîl kûştine.”
Beşar Ceferî rexne li helwesta Brîtanya û Fransayê jî girt û diyar kir: “Amerîka planên xwe yên li dijî mirovahiyê ji bîr dike. Fransa aliyên piştgiriya terorê dikin ji bîr dike.”
Bi gotina Ceferî hikûmeta Sûriyê ji bo lêkolînan tîmek şandiye bajarê Dûma ya Şamê.
Nûnerê Sûriyê gefên Amerîkî şermezar kir û got: “Divê Encûmena Asayişa Navdewletî bi erkê xwe rabe û aramiyê bîne Sûriyê. Yên dijminahiya me dikin bila li xwe vegerin.”
Beşar Ceferî da xuyakirin: “Eger êrîşî me bikin emê berevaniyê ber axa Sûriyê de bikin. Dengê mafan ji dengê mûşekên Amerîkî bilindtir e.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button