Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Rûsya dixwaze bersiva êrîşa sê alî ya li ser Sûriyê bide

Yekîtî Media
Serokê Rêveberiya Operasyonên Giştî di Serokerkaniya Rûsyayê de Sergey Rodskoy ragihand, ne dûr e pêdaçûnê di pirsa hinartina sîstema mûşekên bergîriyê yên S 300 ji bo Sûriyê de bikin.
Li gor ajansa “RT” Sergey Rodskoy gotiye, tê pêşbînîkirin di rojên bê de Rûsya sîstema mûşekên bergîriyê S 300 li Sûriyê bicih bike, ji bo bersiva êrîşan bide.
Wî generalê Rûsî got jî: “Berî çend salan û li ser daxwaza hin hevpeymanên me yên rojaveyî, me red kir mûşekên S 300 bidin Sûriyê, lê piştî êrîşa îro, eger e em pêdaçûnê di wê pirsê de bikin, ne tenê li Sûriyê, belkû hin welatên din.”
Her di wê çarçovê de, Nûnerê Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê got: “Me pêşketin di sîstema esmanî ya Sûriyê de kiriye, emê careke din bi awayekî baştir jî pêşketinê tê de bikin.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button