Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Barzanî bi Wezîrê Bergîriya Fransa re hevdîtin pêkanî
Yekîtî Media 7/9/2016
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Parîsê bi Wezîrê Bergîriya Fransa Jean-Yves Le Drian re civiya.
Mesûd Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya bo Fransa û hevdîtinên li gel rayedarên pilebilind ên wî welatî de, êvara îro saet 18:30 gihîşt avahiya Wezareta Bergîriya Fransa û bi Wezîrê Bergîriya Fransa Jean-Yves Le Drian re civiya.
Li gorî zanyariyan, şerê li dijî DAIŞê, pêwendiyên siyasî yên navbera Fransa-Kurdistanê, kontrolkirina Mûsilê û herwiha pêşeroja Başûrê Kurdistanê mijarên giring ên hevdîtina Barzanî û Le Drian bûne.