Break newsNûçeslide

Erdogan alîkariya xwe derbarî rizgarkirina Reqayê ji Amerîka re pêşkêş dike

Yekîtî Media 7/9/2016

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dibêje, derbarê rizgarkirina bajarê Reqayê ji DAIŞê de, Serokê Amerîkayê Barak Obama dixwaze digel Tirkiyê kar bike.

Erdogan di dema vegera xwe ya ji Çînê de di firokeyê de pirsên rojnamevanan bersivand û diyar kir ku, rizgarkirina Reqa ji DAIŞê di rojeva wan û Amerîkayê de ye. Encamên wê dê piştî hevdîtinan diyar bibe. Lêbelê Obama ji niha ve dixwaze digel Tirkiyê kar bike.

Erdogan herwiha diyar kir Ku, ew ji operasyonên xwe yên li Sûriyê bipaş ve gavan navejin. Ji ber ku rêxistinên wekî DAIŞ û YPGê desthilatdar dibe.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button