Break newsNûçeslide

Xwecihiya ENKSê li Efrînê daxuyaniyek derbarî rêgiriya PYD li şahiya Newrozê belavkir

Yekîtî Media 23/3/2017

Xwecihiya Encûmena Niştimanî ya Kurd ENKSê li Efrînê daxuyaniyek derbarî rêgiriya çekdarên PYD li şahiya Newrozê belavkir.

Têde diyarkir, ku dema wan û cemawerê Kurd xwe amade dikirin ku dest bi şahiyê Newrozê li devera Meydankê bikin, çekdarên PYD êrîşî wan kirin û nehiştin ku şahiya xwe berdewam bikin bi behaneya ne wergirtina rêdanê, û piştî danûstandinan bi serkirdeyên wan re tenê hiştin ku du demjimêran şahî bi def û zirnê bigere.

Xwecihiya ENKSê li Efrînê di daxuyaniyê de anî ziman, ku rêjîma Baas doza rêdana şahiya Newrozê li wan ne dikir, lê niha rêjîma PYD ya sitemkarî bi vê yekê radibe.

Herweha got ev kiryarên wisa li dijî mafê mirovan e û dikeve lîsteya qedexekirina azadiyên giştî de.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button