Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Donald Trump pîrozbahiya cejna Newrozê dike

Yekîtî Media 23/3/2017

Serokê Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê Donald Trump cejna Newrozê li tevahiya netewên ku bi cejna Newrozê û sala nû pîroz dikin, pîroz kir.

Serokê Amerîka Donald Trump di daxuyaniyekê de, ku li malpera Koşka Spî hate belavkirin ragihand, bi milyonan kes li Îran, Iraq, Tirkiyê, başûrê Asya û Rojhilata Navîn di destpêka Buharê de ligel malbatên xwe dicivin û dikin cejn.

Trump dibêje, Newroz bi wateya roja nû ye û derfeteke bo destpêkirineke nû ye. Herwiha behsa sûdewergirtina ji dostaniya xwe ligel Revenda Îranê ya li Amerîka dike û bi yek ji serkeftîtirîn komeleya koçberan binav dike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button