Break newsNûçeslide

Dayka parêzer Îdrîs Elo bangewaziya Serok Barzanî dike bo diyarkirina çarenivîsa kurê wê

Yekîtî Media 23/3/2017

Dayka parêzer Îdrîs Elo li Efrînê, bangewaziya Serokê Herêma Kurdistanê û her kesekî dike, da ku alîkariya wê bikin û bo diyarkirina çarenivîsa kurê wê yê ji 4 salan ve girtî ye.

Dayka parêzer Îdrîs Elo di vîdyokê de, ku li ser tora pêwendiya civakî hate belavkirin, bang li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dike, destêwerdanê bike bo çarenivîsa kurê wê parêzer Îdrîs Elo bê zanîn.

Parêzer Îdrîs Elo, endamê Komîta Herêmê ya Partiya Azadiya Kurd li Sûriyê bû, ji 8 Mijdara 2013an ve li Efrînê ji mala wî ve hate revandin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Malbat û partiya wî hêzên ser bi PYDê ve tohmetbar dikin ku wan Îdrîs Elo revandine.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button