Break newsNûçeslide

Nesirulah Xiyanet Bi Emaneta Serkêşiyê Re Kir Dema Tayifa Xwe Têkilî Şerekî Şikestî Û Bê Rewşt Kir

Endamê desteya siyasî û sikirtêrê giştî yê pêştir ê Hevbendiya Niştimanî Bedir Camûs di bersiva xwe de li ser gotara serokê mêlîşiya Hizbulaha terorîst pirsyar kir û got :”gelo Nesirulah aqilê xwe windakiriye, yan bitenê ew lewlewê dike, dema bergiriya li dijî (Isaraîl) bi şerê di Sûriya de yê li dijî şoreşgeran berhev dike?” dema dibêje ku mêlêşiya wî li dijî DAIŞ û li dijî tekfîriyan şer dike.
Camûs tekez kir ku ” ne ji mafê Nesrulah e û ne ji mafê kesekî ye jî xwe di ser şoreşa Sûriyê re bibîne derbarê şerê li dijî DAIŞê, ku şoreşgeran bi tena xwe û bê piştgirî, DAIŞ ji Helebê qewitand û têkşikandin, di dema ku rêjîma Esed û ya Malikî ji bajar û ji leşkergehên xwe vedikşiyan û cebilxane wek destkeft pêşkêşî DAIŞê dikirin”.
Herwiha Camûs di dirêjahiya axivtina xwe de got ku “yên bûyerên şoreşa Sûriyê dişopînin dizanin ku DAIŞ xencereke di pişta şoreşê de, û di piraniya şeran de li dijî şoreşgeran piştevanê rêjîma Esed bû, vêca Nesirulah li ser kîjan DAIŞî diaxive?”.
Dîsa Camûs pirsyar kir ” ji bona çi Nesirulah bi piranî berê gênc û lawên tayifa xwe dide şerekî neserkeftî di Sûriya de? ku dîrok dide xuyakirin ku hêç êrîşkarek li ser welatên xelkê sernekeftiye”, û Camûs got: “Nesirulah û yên wek wî yên fermanan ji Tehran distînin baş dizanin ku şandina Ciwanên Libnanê – bi fêlbazî û bibehaneya şerê kafiran û bergirîkirin ji goristanên pîroz re- bitenê şandina bo dûjehê ye ji bona kursiyê desthilatdarekî bikuj mîna Beşar, ku çarenivîsê her êrîşkar û her dagîrkerekî li ser xaka Sûriyê bitenê çarenivîsek heye, ew jî çarenûsa wan darbestên heroj berû bi taxa başûrê beyrûtê de diçin.
Herwiha li ser gotara dawiyê ya Nesirulah û rexnên wî ji neyarên wî re nemaze piştî şermekariya Mîşal Semaha û pilana wî bo terorkirina neyaran xwe Camûs got: “Libnanî hemû dizanin kî rabûye bi kuştina heryek ji Refîq Elherîrî û Semîr Qesîr û Cibiran tiwênê, gelo ma DAIŞ ew kuştibûn?, “Nisirulah xwe pêşkêş kir wek gerantî ji Neyarên xwere li Libnanê, ku xistin li pêş du bijardeyan di navbera bijartina terora Esed- ku ew bi xwe ligel e- û terora DAIŞê de! di windakirina tevaya gelê Sûriyê û vîna wî, yê ku rojane destanan tomar dike di şerekî rasteqîne de li dijî terora Nisirulah û Esed û DAIŞê, Nisirulah diaxive wek ku çarenivîsa miletên navçeyê hatiye girêdan li jêr desthilata teror û stemkariyê, çi desthilata Esed û hevalbendên wî û çi ya DAIŞiyan be”.Jêder: Hevbendî 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button